Mexdûrên erdhejê ji Îskenderûnê koç dikin

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Îskenderûn a Hatayê berdewam in. Her wiha xelkê bajar pêl bi pêl koç dike.

Ji ber erdhejê, li qeraxê Îskenderûnê av bi qasî 200 metreyan pêş ketibû lê îro ji ber qelişîna erdê dîsa av vekişiya.

Naveçeya Îskenderûnê mîna bajarekê xeyaletê bûye û koça gel a ji navçeyê didome.

Li navçeyê sed avahî rûxiyane û zirar gihiştiye bi hezaran avahiyan.

Welatiyan da zanîn ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 35 saetan hatine navçeyê û êdî li kavilên ku deng jê nayê xebatan nameşînin.

Endama HDP PM’ê parêzer Mehtap Sert da zanîn ku di nava 2 rojan de li ser navê dewletê ti kes nedîtine û got: “Di dema erdhejê de xuya bû ku tu saziyên dewletê ji bo karesatê ne amadene.

Back to top button