Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê panelek bi navnîşan “Doza azadiyê û têkiliya wê bi siyaseta demokratîk re” li dar xist.
Panel li hola nivîsgeha Mihemed Menla Xizêl li dar ket.
Di panelê de endamên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya, Yekitiya Jinên Ciwan, Rêxistinên Civaka Sivîl û partî beşdar bûn.
Cîgira Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Buseyne El Hesen panel bi rêve bir û got:
Desthilatê, têgeha siyasetê berovajî kir û ji cewhera wê dûr xist ku azadî û edaleta civakî bingeha wê ye.
Her wiha gelek axavtin hatin kirin û hatin gotin:
Divê jin, ji bo ku ji bandorên qeydên ku pergalên dewleta li ser ferz kirine xilas bibe, hewlên xwe zêdetir bike.
Beşdarên panelê di dawiyê de nêrînên xwe parve kirin û diyar kirin ku bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe birêxitn kirin.