HPG: Gerîla ji hewayê ve li balafirgeha leşkerî ya Amedê xist

Li bakur û başûrê Kurdistanê çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker bê navber dewam dikin. HPG’ê ragihand ku gerîlayan şeva 19’ê Gulanê li dijî balafireha leşkerî ya li Amedê a Artêşa Tirk a dagirker çalakiyekek kirine.
HPG’ê diyar kir çalakî bi awayekî serketî pêk hatiye.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê rojane derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê li ser êrîş û çalakiyên gerîla daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal; şeva 19’ê Gulanê li dijî balafirgeha leşkerî ya li Amedê ya Artêşa Tirk a dagirker çalakiyekek serketî kirine.

Hat diyar kirin agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê wê piştre bê parvekirin.

HPG: Li herêma Avaşînê 2 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

HPG’ê derbarê çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de jî ev agahî parve kir,

“Hêzên me yên YJA Star, 18 û 19’ê Gulanê li dijî dagirkerên li Dola Konferansê û Dola Maran a Herêma Avaşînê çalakî kirin. Di encama her du çalakiyan de 2 dagirker hatin kuştin.”

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk 9’ê Gulanê li herêma Cûdî operasyonek daye destpêkirin û 13’ê Gulanê jî qada Bilûrvanê bi balefirên şer û helîkopteran hatiye bombebaran kirin.

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balefirên şer êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Hat diyar kirin 18’ê Gulanê Girê Zendûra ya Metîna û Dola Maran a Avaşînê hatin bombebarankirin.

Hat gotin ji ber van bombebaranan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button