Rêveberiya Xweser bi hevkariya Heyva Sor a Kurd li seranserê navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kon vedane.
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi rêya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi hevkariya bi Heyva Sor a Kurd re kon hatin vedan.
- Li Qamişlo
Li standa 12`ê Adarê û standa Heysem Kiço kon hat vedan.
Her wiha dê tîmên tenduristiyê tevî destwerdanên lezgîn li seranserê Qamişlo bên belavkirin.
- Li Kobanê
Rêveberiya Xweser li Qada Şehîd Egîd, li Taxa Nû û li ser rêya Helincê kon vedan.
- Li Til Temirê
Heyva Sor a Kurd li navçeya Til Temirê jî konekî mezin li nêzî çarxerêya Til Temirê veda.
Li Tirbespiyê
Li başûr-rojavayê navçeyê du kon, li çarxerêya Azadî ya bakur rojhilatê navçeyê jî du kon vedane.
Navendek li deriyê ketina navçeya Dêrikê û navendek jî li pêşiya parka Dicle ya navçeyê hatine amadekirin.
Li navçeya Girkê Legê jî hemû hol û yarîgeh hatin amadekirin.
Ji bo rewşên lezgî jî hun dikarin li van jimaran bigerin:
- 0932125933
- 0949356870
- 0935288541
- 0996877447