DAIŞ’ê çekdarekî Heşda Şebî li Xurmato kuşt

Li Iraqê, çeteyên DAIŞê li sînorê navçeya Xurmato, bi êrîşekê girt ser hêzên Heşda Şebî û çekdarekî wan kuşt.

Rêveberiya Polîsên Xurmato ragihand ku êrîş di saetên şevê de, li devera Cerf Nesir a navçeya Xurmato ya parêzgeha Selahedînê qewimî.

Li gorî çavkaniyê, çeteyên DAIŞ’ê bi ser navendekî Heşda Şebî de girt û di navbera her du aliyan de çend deqeyek pevçûn derket û çekdarek Heşdê hat kuştin.

Back to top button