Şêniyên herêma Firatê piştgirî dan serhildanên li Rojhilat û Îranê

Gelê herêmê bi çalakiyan piştgiriya xwe ji Serhildanên li Îranê nîşan didin. Bi heman armancê, bi hezaran ji şêniyên Herêma Firatê û Minbicê xwepêşandanên gel yên li dijî rêjîma Îranê silav kirin û piştgirî dan serhildanan.

Bi hezaran ji şêniyên herêma Firatê û Minbicê daketin qadan û piştgiriya xwe ji bo serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî dewletê nîşan dan.

Çalakî ji qada Jina Azad a li bajarê Kobanê dest pê kir û li qada Şehîd Egîd veguherî mêtingê.

Li vir, endama Koordînasyona Kongera Star a herêma Firatê Emîne Bekir axivî û serhildanên gel ji bo azadiyê silav kir û got: ” Îro jin li Mezopotamyayê serî li hember bendên koletiyê hildide, ev jî hêviyekê dide ku gel azadiya xwe bi dest bixe.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo jî piştgiriya ji bo gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nîşan da û bang li tevahî dewletên cîhanê kir ku destekê bidin daxwazên azadiyê.

Back to top button