Kongra Star li herêmê ji bo 25’ê Mijdarê semîneran li dar dixe

Bi dirûşma ” Li dijî tevahî cureyên tundiya dewlet û zihniyeta baviksalarî, Jin, Jiyan, Azadî” Kongra Star li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ‎panel, semîner û civîn li ser cureyên tundiya li dijî jinê li dar xist.

Çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

‎Meclisa Jinan a Sûriyê paneleke li ser tundiya siyasî li hola MSD’ê ya li rojhilatê Şêxmeqsud a Helebê li dar xist.

Di Panelê de Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê ya ‎Helebê Heyfa Hesen axivî û da zanîn ku ji ber tundiyê rêgezên wekheviyê ‎tevlî hev bûn.

Di dawiya panelê de deriyê nîqaşan li pêşiya beşdaran hate vekirin.

Di heman çarçoveyê de li Hesekê Kongra Star semînerek ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re li dar xist.

Semînera ji aliyê Endama Kongra Star a Til Temir Zehre Emîn ve hat dayîn da hat diyar kirin ku li dijî jinê her cure tundî tê bi kar anîn..Lê jin dest ji têkoşîna xwe bernadin.

Li navçeya Zirganê ya Hesekê jî Kongra Star semînerek da.

Di semînerê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk jinên pêşeng dike hedef.

Her wiha Kongra Star a Qamişlo li hola avahiya PYD′ê ya li taxa Asurî semînerek da.

Di semînerê de, Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed axivî û got:

Bi hezaran salan heta roja îro tundî dewam dike, ew yek jî bi mayîna kevneşopiyan ku ew bi xwe encamên zihniyeta baviksalarî ye.

Piştî Şoreşa Rojava, jinan rola xwe ya pêşeng di nava civakê de lîst.

Li Til Koçerê jî Kongra Star semînerek ji bo danasîna 25’ê Mijdarê da.

Jinan bal kişand ser sedemên belavbûna tundiya li ser jin û civakê.

Kongra Star a Tirbespiyê jî civînek ji şêniyên navçeyê re li dar xist û tê de têgîna tundî û rêbazên têkoşîna li dijî wê şîrove kir.

Endama rêveber a Kongra Star a Tirbespiyê Aryan Cûdî behsa dîroka tundiya li dijî jinan û şêweyên wê kir.

Kongra Star a Çilaxa, civînek têkildarî 25’ê Mijdarê li dar xist.

Di civînê de nirxandinên rêber Ocalan li ser rola tevgera rizgariya Kuridstanê di rizgarkirina jinan de hat xwendin.

Jinan balkişand ser giringiya wekheviya jin û mêran dijî sîstema mêr-dewletê

Back to top button