Meclîsa Jinan a DBP’a wanê hat damezrandin

Meclisa Jinan a DBP’a Wanê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” damezrandina xwe ragihand û banga rêxistinkirinê kir.

Meclisa Jinan a Partiya herêmên Demokratîk (DBP) li Wanê bi tevlêbûna gelek jinan, bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand.

Gelek endamên sazî, rêxistin û partiyên Kurdistanî û demokratîk tev li daxuyaniyê bûn.

Berdevka Meclisa Jinan a DBP’a Wanê Nîlufer Ayhan a di daxuyaniyê de axivî, got: “Em li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi êrişên li dijî jinan û civakê re rû bi rû ne.

Li dijî hemû êriş û nebaşiyên pergala serwer, tacîdarbûna têkoşînê ya bi dirûşmeya ‘Jiyan jiyan azadî’, ne tesaduf e.

Ev denge îro ji Kurdistanê dest pê kir niha belavî hemû cîhanê bûye.”

Nîlufer Ayhan, diyar kir ku divê ev dengê bûye civakî bilindtir bikin û sedsala 21’emîn bikin şoreşa jinê.”

Nîlufer Ayhan: Xweparastin di têkoşîna rêxistinkirî re derbas dibe

Di dawiyê de Berdevka Meclisa Jinan a DBP’a Wanê Nîlufer Ayhan destnîşan kir ku xweparastin di têkoşîna rêxistinkirî de derbas dibe û wiha got:

“Weke Meclisên Jinan ên DBP’ê armanca me ya bingehîn, mezinkirina berxwedanê, rêxistinkirin, reng û dengê jinê li nav siyasetê ye .

Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê re, li dijî her cure tundiya li ser jinan, em di têkoşînê de bi israr in.

Bi vê munasebetê em Meclisa xwe ya Jinan a DBP’ê radigihînin.”

Back to top button