KJK: Heta agahî ji Rêber Apo bê girtin divê her kes li qadan be!

Koordînasyona KJK’ê derbarê îdiayên li ser jiyana Rêber Apo de diyar kir azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinan e û
bang li herkesî kir ku qadan bernedin.
Koordînasyona Kongra Star jî bi armanca zelalkirina rewşa tendirustiya Rêber Ocalan ji rêxistinên jinan ên navnetewî û rêxistinên civaka sivîl re name şand.

Koordînasyona Komeleya Jinên Kurdistanê KJK’ê derbarê îdîayên ku li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ev 23 sal in li zindana Îmraliyê, kirinên li dijî mirovahiyê yên di dîrokê de li ser ti girtiyî nehatine sepandin, li dijî Rêberê Apo tên kirin.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de ev yek anî ziman:

“Di rewşa heyî de, bi milyonan mirov bi taybetî jî jin û gelê Kurd bi hêrseke mezin di nava fikaran de ne.

Ji bilî hevdîtina lezgîn û axaftina yekser a Rêbertî, ti daxuyanî wê ji bo me û gelê me têrker nebe.”

KJK’ê diyar kir ku ger zerareke biçûk bi neynûka Rêberê Apo de bê, divê her der bibe qada berxwedan û çalakiyan.

KJK’ê eşkere kir ku heta ku agahiyeke rast ji Rêberê Apo bê girtin, divê kes nerehet be; di serî de jin û ciwan divê her kes çalakiyan bikin.

KJK’ê di serî de CPT, bang li saziyên navneteweyî kir ku li pêşberî vê rewşê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Kongreya Star: Divê jin xwedî li Rêber Ocalan derkevin

Kongreya Star jî, ji bo xwedîkerketina li rêber Abdullah û Ocalan û zelalkirina rewşa wî ya tenduristiyê nameyek ji rêxistinên jinên navneteweyî û saziyên civaka sivîl re şand.

Kongreya Star di nameya xwe de daxwaza zelalkirina rewşa rêber Abdullah Ocalan kir, û diyar kir ku heta zelaliyek dernekeve holê dê gelê Kurd nikaribe bi aramî jiyan bike.

Kongreya Star destnîşan kir ku ewlehiya civakê bi ewlehiya rêberê Ocalan tê pênasekirin, û tekez kir ku dewleta Tirk her ku dixweze tirs û xof di nava civakê de belav bike, êrişên bi vî awayî li dijî gelê Kurd pêk tîne.

Kongreya star bang li rêxistinên civakî, antîkapîtalîst û bi taybet rêxistinên jinan ki ku li dijî suc û binpêkirinên derhiqûqî ên li Tirkiyê tev bigerin û zext li saziyên eleqedar bikin da ku bi berpirsiyariyên xwe rabin.

Back to top button