Li Nîjeryayê çeteyan 48 kes kuştin

Li Rojavayê Bakurê Nîjeryayê çeteyan bi çekan êrişî sê gundên kir û di encama êrişê de herî kêm 48 kes hatin kuştin.

Yek ji rayedarên navçeya Bûkara Aminu Soleiman, di daxuyaniya ku da AFP’ê de diyar kir ku çeteyan êrişê gundên Damrî, Garîn, Kalahe yê eyaleta Zamfar a Rojavayê Bakurê Nîjeryayê kirin.

Di encama êrişê de 48 kes hatine kuştin.

Hate ragihandin gundê ku herî zêde bandor lê bûye, Damrî ye.

Li vî gundî 32 kes hatine kuştin.

Soleiman wiha got:

“Kesên bi çek êrişê nexweşxaneyeke Damriyê kirin, nexweşên ku derman dibûn kuştin, 2 ewlekar kuştin û wesayîteke polîsan şewitandin.”

Hat zanîn ku bi hatina cihê bûyerê ya leşkeran re, çeteyan sewal û dexil û danê ku desteser kirine li pey xwe hiştine û reviyane.

Back to top button