Li peravên Sahra Rojava ya li başûrê Fasê bêtirî 40 koçber mirin

Li peravên Sahra Rojava ya li başûrê Fasê, keştiyek noqî binê avê bû.
Hate ragihandin ku 44 koçberan jiyana xwe ji dest dane.
Tenê 2021’an bêtirî 4 hezar û 400 kesî dema xwestin di vê rêyê re derbasî Ewropa bibin jiyana xwe ji dest dabûn.

Rêxistina civakî ya sivîl a Spanî Gaminando Fonteras bi daxuyaniyekê ragihand ku li peravên Sahra Rojava keştiyek koçber tê de bûn noqî binê avê bûye.

Damezrînera rêxistinê Helena Maleno diyar kir ku 44 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Maleno li ser hesabê twitterê peyamek weşand û got,

“7 cenaze birin morgê, yên din jî ji aliyê deryayê ve hate daqurtandin.”

Li gorî heman çavkaniyê 12 koçber hatin rizgarkirin û binçavkirin.

Di daxuyaniyê de nehate eşkerekirin ku keştiya koçber tê de bûn ber bi ku ve diçû.

Lê belê koçberên ji herêma navborî bi rê dikevin bi giranî berê xwe didin giravên Kanarya yên Spanyayê.

Fas ku li aliyê bakurrojavayê Bakurê Efrîkayê ye, ji bo gelek koçberên dixwazin xwe bigihînin Ewropayê weke welatekî transît e.

Koçber ji peravên Atlantîk an jî Derya Spî yên vî welatî bi rê dikevin.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Fasê di çaryeka destpêkê ya sala 2022’an de hewldana 14 hezar û 700 ‘koçberên qaçax’ hate astengkirin.

52 şebekeyên bazirganên mirovan hatin tasfiyekirin.

Li gorî Caminando Fronteras di sala 2021’ê de 4 hezar û 404 koçberên hewl dan bi vê rêgehê xwe bigihînin Spansyayê jiyana xwe ji dest dan an jî winda bûn.

Ji sala 2015’an ve, ev bîlanço ya herî giran e.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Spanyayê, piraniya wan ên ji Fasê bi rê ketin bêtirî 40 hezar koçber 2021’ê bi rêya deryayê xwe gihandin Spanyayê.

Back to top button