Duh di saetên şevê de navend û 3 gundên Efrînê û kampa Serdem a li Şehbayê bi topan hatin armanckirin û birîndar hene.
Li gorî ajansa nûçeyan ANHA’yê, ev êrîş ji aliyê hikumeta Şamê ve pêk hatiye û 5 mûşek hatine berdan û 13 kes ji ber van êrîşan birîndar bûne.
Li gorî agahiyên Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî, ji deverên di bin destê hikumeta Şamê de top hatine avêtin û ji ber wê zarok jî di nav de, 9 kes birîndar bûne.
Ji Şehbayê û têkildarî mijarê îro nûçegihana me Zeyneb Berekat diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ev êrîş pêk anîne û agahiyên zêdetir der barê wê de bi par ve kirin.
https://youtu.be/PLf9Yhkqs0c