Ukrayna: Rûsya ji despêka salê ve êrişa herî zêde pêk anî

21 mehin li bakurê Ewropa şereke dijwar heye.
Artêşa Rûsya careke din êrişa xwe ya li ser Ukrayna dijwar kir.
Rûsya di nava 24 saetan de, ji despêka salê ve êrişa herî dijwar pêk anî.

Wezîrê Karê Hundir ê Ukraynayê Îgor Klîmenko diyar kir ku Rûsyayê di nava 24 saetên dawî de li 10 herêmên êrîşî 118 mezrayan kir û got,

“Ev jimara herî zêde ya bajar û gundên ku ji serê salê ve di rojekê de bûne armanca êrişan.”

Klîmenko di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal de êrîşên Rûsyayê yên di roja dawîn da li ser Ukraynayê nirxand.

Klimenko bal kişand ku leşkerên Rûsyayê bi şev li bajarê Kremenchug ê herêma Poltav li parzûngeheke petrolê xistin.

Piştî hewildanek zêde ya tîmên agirkujiyê şewata li parzongehê hate vemirandin.

Rûsya bi 20 balafirên bêmirov û mûşekan êrişî Ukraynayê kir

Di daxuyaniya Fermandariya Hêzên Parastina Hewayî ya Ukraynayê de hat ragihandin ku Rûsyayê bi şev bi balafirên bêmirov ên cureya “Şahed” û mûşekan êrîşî binesaziya krîtîk û tesîsên leşkerî yên Ukraynayê kir.

Hêzên Parastina Asmanî ya Ukrayna ji 20 balafirên bêmirov, 18 hatin e bêbandorkirin.

NY: Ji despêka şerê li Ukrayna ve 9900 sivîl hatine kuştin

Back to top button