Kampanya derxistina PKK’ê ji “Lîsteya Terorê” li Başûrê Kurdistanê destpê bike

Kampanya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê li welat û derveyî welat mezin dibe. Wê ev pêngav bi pêşengtiya rewşenbîr û kesayetên Başûrê Kurdistanê jî li Silêmaniyê sibe were ragihandin.

Kampanyayên derxistina PKK’ê ji “lîsteya Terorê” di asta navnetewî her diçe mezin dibe.

Di vê çarçoveyê de wê bi pêşengtiya rewşenbîr û kesayetên Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê jî sibe were ragihandin.

Piştî ragihandina pêngavê wê komkirina îmzeyan li her devera Başûrê Kurdistanê hem bi dest hem jî li ser medya dijîtal destpê bike.

Mesûd Ebdulxaliq: PKK ji bo doza 50 milyon Kurd têdikoşe

Nivîskar û siyasetmedar Mesûd Ebdulxaliq jî derbarê derxistina PKK’ê ji lîsta terorê de axivî.

Ebdulxaliq diyar kir ku PKK ji bo doza 50 milyon Kurdan têdikoşe û got:

PKK hêzek netewî ye û nûnertiya gelekî dike.”

Mesûd Ebdulxaliq diyar kir derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ wê derfetek zêde be ji bo xebatên dîplomasî û ji bo azadiya Rêber Ocalan; veke.

Mesûd Ebdulxaliq bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ya li dijî Kurdan û PKK’ê jî û da zanîn helwesta PDK’ê rast nîne, li gel Tirkiyê nava peymanek xerab de ye.

Nivîskar Mesûd Ebdulxaliq di dawiyê de bang li hemû Kurdan û partiyên Kurd kir ku tevlî Kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê bibin.

Back to top button