Putin: Cezayên li ser Rûsya ji bo tevahî cîhanê gefin

Şerê li Ukrayna xwedî rastiyeke wiha ye ku bandorê li ser aboriya tevahî cîhanê dike.
Serokê Rûsya Putin jî îşaret bi cezayên ku li ser welatê wî hatî ferzkirin kir û got:
Cezayên li ser Rûsya ji bo tevahî cîhanê gefin.
Serokê Rûsya diyar kir ku aboriya wan li dijî “êrîşa aborî û teknolojîk a Rojava” li ber xwe dide.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin beşdarî 7’emîn Foruma Aborî ya Rojhilatê ya ku li Vladiovostokê hat lidarxistin bû.

Vladimir Putin di axaftina xwe de cezayên welatên rojavayî yên li ser Rûsyayê wekî “Metirsiya li ser hemû cîhanê” bi nav kir û got,

“Hinek çiqasî bixwaze Rûsyayê îzole bike jî ne mimkûn e ku vê yekê bikin.”

Putin îdia kir ku welatên rojavayî “tenê hewl didin ku nîzama cîhanî ya kevn a ku ji bo wî kar dike biparêzin”.

Serokê Rûsyayê destnîşan kir ku niha li Ewropayê hem hilberîn û hem jî kargeh qut bûne û sedema wê jî rawestandina têkiliyên bazirganî yên bi Rûsyayê re ye.

Putin: Li Ewropa di hinek beşan de zehmetî hene

Vladimir Putin îdia kir ku reqabetê ya şîrketên Ewropayê kêm bûye, sedema vê yekê jî ew e ku rayedarên YEyê (Yekîtiya Ewropayê) van şirketan ji madeyên xam, çavkaniyên enerjiyê û bazarên firotinê yên ku hewce dikin bêpar dike.

Putin anî ziman ku baweriya bi dolar, ewro û lîreyê kêm bûye û destnîşan kir ku Çîn wê hem bi Yuan û hem jî bi Rûbleyê bide şîrketa Rûsî ya Gazpromê.

Her wiha diyar kir ku aboriya Rûsyayê li hemberî “êrîşa aborî û teknolojîk a Rojava” li ber xwe dide û destnîşan kir ku di hin beşan de zehmetî hene.

Serokê Rûsyayê teqez kir ku kompaniyên rûsî, ku hewcedariya wan bi hilberên ji dabînkerên Ewropî hene, ji bo bijîn têdikoşin.

Vladimir Putinn her wiha hişyarî da ku pirsgirêkên mezin ên di bazara xwarinê ya cîhanê de dikare ji bo gelek kesan bibe sedema encamên xirab.

Putin: Genimê Ukrayna ji bo welatên YE diçe

Putin anî ziman ku Rûsya ji bo hinardekirina dexlên Ukraynayê çi ji destê wan tê dike û got;

Genimê Ukraynayê “diçe Yekîtiya Ewropayê, ne welatên pêşdikevin.”

Serokê Rûsyayê di axaftina xwe de behsa şerê Ukraynayê kir û got;

Hemû kiryarên welatê wî ji bo “hêzkirina serweriya Rûsyayê û alîkariya gelên li herêma Donbasê ya li rojhilatê Ukraynayê dijîn e.”

Back to top button