Qedexeya derketina derve tê binpêkirin

Li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî qedexeya derketina derve ku ji bo selametiya şêniyan hatibû ragihandin, tê binpêkirin.

Bi binpêkirina van biryaran nîşaneyên metirsiya vîrûsê xwe didin nîşandan.

Li navçeya Amûdê û bajarê Kobanê îro tevgera xelkê di nava kolanan de pir zêde bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewild didin rewşa heyî bi şêniyan bidin famkirin.

Vîrosa Coronayê ku cîhan xistiye metirsiyê heta niha li 177 welatî belav bûye.

Her wiha zêdeyî 28 hezar û 243 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 614 hezar û 411 kes jî bi vîrûsê ketine.

Heta niha ev vîrûs li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî li ser ti kesî nehatiye tesbîtkirin.

Her çiqasî beşeke mezin ji şêniyên herêmê biryarê pêk tîne jî lê disan ji aliyê beşekê ve biryar tên binpêkirin.

Ji xwe 23’ê Adarê Rêveberiya xweser ji bo selametiya şêniyan û nederbasbûna vîrûsê li herêmê qedexeya derketina derve ragihandibû.

Weke ku di dîmenan de diyar dibe ku çûn û hatina xelkê di nava kolanan de normale û weke ku ti metirsî tuneye tevdigerin.

Şêniyên Amûdê dibêjin ku eger ew li gorî biryaran tev bigerin wê demê wê nikaribin karên xwe yên rojane bikin û wê nikaribin xwe xwedî bikin.

Weke ku xuya dibe şêniyên herêmê neketiye ferqa xeteriya vîrûsa Coronayê û li cihê ku xwe ji vîrûsê biparêzin rewşa jiyanî esas digrin.

Ev rewş li bajarê Kobanê jî derket holê.

Nûçegihanê me diyar kir ku îro rewşa xelkê di nava kolanan de pir zêdebû.

Back to top button