Danûstandinên li ser Idlibê li Enqereyê bi dawî bûn

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku wan ji bo kêmkirina atmosfera heyî bi dewleta tirkiyê re li hev kiriye. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî vegeriya hembêza Rûsya û êrişî Ewropayê kir.

Dema ku dewleta Tirk ji rejîma Sûrî re ji bo vekişînê destnîşan kiriye îro bi dawî dibe.

Pêre jî danûstandên bê encam navbera Rûsya û Tirkiyê de jî derbarê Idlibê de bi daw bûn.

Wezareta Derve ya Rûsyayê bidawîbûna danûstandinên wan ên li Enqereyê ragihand.

Rûsya: Aliyan li ser kêmkirina nakokiyan li hev kir

Wezaretê bi daxuyaniyekê got:

Aliyan li ser pêkanîna hevpeymana Sûçî û aramiyê li Idlibê, her wiha kêmkirina nakokiyan li hev kirin.

Tevî vê daxuyaniyê, aloziya li Idlibê dewam e.

Tê payîn hefteya bê navbera serokên Rûsya û Tirkiyê de hevdîtinek pêk were.

Erdogan bi herêma ”ewle” xwest dagirkeriya xwe rewa bike

Li aliyekî din serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî piştî gelek derbe li Idlibê xwarin, dîsan xwe di paş kaxeza penaberan de veşart û xwest ku dagirkeriya xwe rewa bike.

Erdogan got:

Em naxwazin şerekî li Sûriyê pêk bînin û sînorê xwe fireh bikin.

Em herêmeke ewle ji bo zêdetirî milyonek koçberên li ser sînorên başûr re dixwazin.

Erdogan penaber weke gefê li dijî ”YE” bi kar anîn

Erdogan acizbûna xwe ji dewletên Ewropayê re der barê nepiştevaniya bi wî re diyar kir û dîsa gef li wan xwar:

Êdî baweriya me bi sozên Ewropayê der heqê pêşkêşkirina alîkariyan ji penaberan re tune ye, heke Almanyayê sozên xwe yên madî pêk neanîn dê penaberan jê re bişînin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan dem heta dawiya vê mehê da rejîmê ku ji derdora nuqteyên wî yên li herêmên bi navê ”Kêmşer” bi paş ve vekişin.

Li aliyekî din jî Rûsya bi israr e ku hêzên Tirkiyê heta kûrahiya 5 km li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê bimînin.

Back to top button