10 endamên Hizbulaha Libnanî li Seraqibê hatin kuştin

10 endamên Hizbulaha Lubnanî li Seraqib hatin kuştin. Her wekî wê leşkerî din ên Dewleta Tirk li ser destê rejîmê hat kuştin û şerê li Hema û Idilbê dewam e.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan li ser malpera xwe ragihand ku di nav de fermandar 10 endamên Hizbulaha Lubnanî li bajarê Seraqib û derdora wê hatin kuştin.

Lê di heman demê de, çavdêriyê got, hêza navborî destekeke mezin ji çek û çekdaran şand Seraqib û gundewarê başûr ê Helebê.

Piştî derbasbûna komên çete ji bajarê stratejîk re, niha şer li wir dewam e û Rûsya 114 êrîşên hewayî pêk anîn.

Li gorî heman çavkaniyê, 45 leşkerên Rejîmê û mîlîsên wê, bi balafirên bê mirov ên Dewleta Tirk li Zirbê, Seraqib û Meret El Numan hatine kuştin.

Wezareta Parastina tirkiyê jî dimenê êrîşan parvekir.

Ev yek jî piştî gefên Serokomarê Tirkiyê Erdogan û kuştina leşkerên wî pêk tê.

Lê belê hemwextî vê jî, piştgiriya Rûsya ji Rejîmê re didome û herêmên nû bi dest dixîne.

Çavdêriyê diyar kir ku, ji bo kontrolkirina tevahiya parêzgeha Hemayê tenê çend gund li pêşiya rejîmê mane.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên rejîmê jî, di nava 4 rojan de, 59 dever hatine bidestxistin.

Li Idlibê jî, piştî mikurhatina li kuştina 36 leşkerên xwe, Tirkiyê ragihand ku, leşkerekî din li heman deverê hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê idia kir ku, hedefgirtina deverên girêdayî rejîmê û weke bersiv ji kuştina leşkerên wan re, dewam dike.

Îro jî, roja dawî ya meha Sibatê ye.

Gelo wê Erdogan gefên xwe yên li dijî Rejîmê pêk bîne?

Back to top button