Arêz Ebdullah: Eger plana li Hesekê serketiba dê bandor li Başûr û Iraqê jî kiriba

Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Arêz Ebdullah serketina şervanên QSD’ê û hemû hêzên leşkerî li beramber plana DAIŞ’ê pîroz kir.

Endamê Mekteba Siyasî ya YNK Arêz Ebdullah li ser hesabê xwe ya medya dijîtal peyamek derbarê serketina QSD’ê li hember êrişa DAIŞ’ê û hewldana revandina çeteyan belav kir.

Arêz Ebdullah bi serenavê “Destxweş Rojava” peyama xwe dest pê kir û got:

“Agahiya kontrolkirina girtîgehê û vala derxistina plana xeter a herêmî ya Hesekê-Rojava gelek girîng û mezin e.

Eger ev plan serketiba, wê ne tenê bandora wê li Rojava, wê bandor Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî kiriba.”

Arêz Ebdullah spasiya QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û wiha got:

“Asayîş û QSD îspat kirin ku ew hêjayî wê erka mezin a mirovahiyê ne. Bi jêhatîbûna xwe DAIŞ û dijmin bêhêvî û riswa kirin.”

Arêz Ebdulla di dawiyê de ev yek got: “Destê we saxbe keç û xortên wêrek ên bêhempa yên QSD’ê û Asayîşa Rojava. Spas Rojava, her serkeftîbin.”

Back to top button