Dr. Abbas: Dîmen belgeyên zelal ên sûcên şer in

Pisporê çekên kîmyewî Dr. Abbas Mansouran dibêje dîmenên ku ji herêmên Parastina Medya belgeyên zelal ên sûcekî li dijî mirovahiyê ne û got: ”Pêwîste devera ev çekên Kîmyewî lê hatine bikaranîn bê lêkolînkirin.” Berdevkê Desteya Parastin û Çêkirina Jîngeha Başûrê Kurdistanê Ebdulrezaq Xeylanî jî bikaranîna van çekên Kîmyewî bandorê li ser xak, av û hewaya Kurdistanê dike. 

Ji roja ku ev dîmen belav bû, kîn û hêrsa her kesî li hember sûcê ku tê kirin zêde bû.

Ji wê rojê ve gelê Kurd li her derê di nava çalakiyan de ye û bertek ji gelek derveran derketin.

Pisporê çekên kîmyewî Dr. Abbas Mansouran piştrast kir ku dîmenên derketine belgeyên zelal ên sûcekî li dijî mirovahiyê ne.

Dewleta Tirk li herêmên Parastina Medya çekên Kîmyewî bi kar aniye.

Diyare ku bi gaza jehrî li mexdûran daye.

Ev gaz bandoreke kujer li ser sîstema rehikan û bêhngirtinê dike.

Dr. Abbas: Divê lêkolîn bê kirin

Dr. Abbas Mansouran anî ziman ku pêwîste devera ev çek lê hatine bikaranîn bê lêkolînkirin.

”Divê bi rengekî rast cureyê bombeya gazê ya jehrî were diyarkirin.

Û madeyên kîmyewî yên hatine bikaranîn ji nêz ve bên lêkolînkirin.”

Dr. Abbas: Bêdengî cesaretê dide Tirkiyê

Dr. Abbas Mansouran diyar kir ku bêdengî cesaretê dide dewleta Tirk û ”NY’ê û saziyên din ên mafên mirovan van sûcan paşguh dikin.

Ebdulrezaq Xeylanî: Bandor li xwezayê jî bûye

Berdevkê Desteya Parastin û Çêkirina Jîngeha Başûrê Kurdistanê Ebdulrezaq Xeylanî Ebdulrezaq Xeylanî da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyawî li Kurdistanê bandorê li ser xak, av û hewaya Kurdistanê dike.

Xeylanî got, divê pêşî li têkdana xweza û jîngeha Başûrê Kurdistanê were girtin.

Berî niha seroka Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci jî gotibû:

“Eşkere ye ku yek ji gazên jehrî û gazên kîmyewî yên ku rasterast bandorê li pergala demar dike hatiye bikaranîn.

Divê komîteyên serbixwe li herêmê di çarçoveya peymanên navneteweyî de lêkolînan bikin.”

Ji ber vê helwesta wê, 26’ê Cotmeha îsal li Tirkiyê hat binçavkirin û piştre hat girtin.

18’ê vê mehê Fermandariya Biryargeha NPG’ê ragihand ku 17 gerîla bi êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şehîd bûne.

Back to top button