Pîrozbahiyeke mîna komkujiyê

Li Koreya Başûrê dema pîrozbahiya Cejna Pîr-ebokan, ji ber qelebelixa zêde milet pê li hev kir.
Û encama wê jî mîna komkujiyekê bû.
Herî kêm 151 kesî jiyana xwe ji dest da û nêzî 100 jî birîndar bûn.

Ji roja belavbûna vîrûsa Koronayê, doh care pêşî gelê Koreya Başûr bê tedbîr û bê maske, pîrozbahiyên Cejna Pîr-ebokan lidar xist.

Ji ber vê çendê hejmareke zêde ji welatiyan beşdar bûn.

Lê pîrozbahiya li paytext Seulê, rê li ber encameke kambax vekir.

Dezgehên çapemeniya welat ragihandin ku dema hate gotin, wê hunermendeke navdar beşdarî pîrozbahiyê bide, bi deh hezaran kes dan ser hev.

Koreya Başûr-Di pîrozbahiya cejnê de 151 kes mirin

Li gorî rayedarên dewletê, di encama pêlehevkirinê de 151 kesî jiyana xwe ji dest da.

Her wiha derdora 100’î jî birîndar bûn.

Piştî Bûyerê desthilata Başûr lêpirsîn da destpêkirin û li welta şîna giştî ragihand.

Back to top button