Hevkariya PDK’ê li gel dewleta Tirk

Dayik û Bavê Şehîd Serdem behsa xiyaneta PDK’ê kirin û gotin :
“Ya ku PDK dike xiyanet e.
Eger wê ne bi gerîla re bin, çima ji xwe re dibêjin ‘Em Kurd in’.”

Artêşa Tirk bi hevkariya PDK’ê 14’ê Nîsanê êrîşî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê kir..

Di êrişên xwe de çekên kîmyewî jî bi kar anî.

HPG’ê diyar kir ku mehên Tebax, Îlon û Cotmehê 17 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûn.

Serdem Agirî ..

Ew jî yek ji van 17’ê gerîlayan e..

Malbata Serdem Agirî bêdengiya li hemberî êrîşên kîmyewî şermezar kir ..

Dayika Şehîd Serdem Agirî Hamdiye Ehmed, Bavê Şehîd Serdem Mihemed Abdî hevkariya PDK bi tundî şermezar kirin..

“Ya ku PDK’ê dike xiyanete “

Hamdiye Ehmed Dayika Şehîd Serdem dibêje :

PDK diviyabû bi gelê Kurd re bûya..

“Ya ku PDK dike xiyanet e. ”

Bi van peyvan dayika Hemdiya bertek nîşan da ..

Dayika Hamdiye destnîşan kir ku divê gel hesab ji dewleta Tirk bixwaze ..

“Eger PDK ne dijmin bûya, dest danetanî ser maskeyan”

Bavê Şehîd Serdem Agirî Mihemed Abdî jî got:

PDK’ê rê ji dewleta Tirk re çêkiriye ku karibe bi hêsanî êriş bike ..

Mihemed Abdî tekez kir ku PDK’ê dest danî ser maskeyên ji gerîla re diçûn, eger PDK ne bijmin bûya dest danetanî ser maskeyên gerîla.

Abdî bi bîr xist ku divê cîhan hemû bibihîze ku li hemberî gerîla kîmyasal tê bikaranîn û pêşî lê bigire.

Back to top button