Endamê Polîtbûroya Hizba Şuî Kurdistan Ebo Karwan êrişên dagirkeriya Tirk li ser Kurdistanê şermezar kir.
Ebo Karwan derbarê êriş û metirsiyên li ser gelê Kurd û her çar beşên Kurdistanê de ji Rojnews re axivî.
Ebo Karwan dibêje dewleta Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriye bi hişmendiyek cûda baweriyê bi demokrasî û mafên Kurdan naynin.
Karwan anî ziman ku li hember êrişan pêwîstî bi avakirina hemahengî û hevsengiya di navbera aliyên siyasî de heye.
Dawiyê Ebo Karwan destnîşan kir ku ji bo berjewendiyên gelê Kurd divê kongreya neteweyî pêk were.