“Azadiya fîzîkî ya Ocalan çareseriya aloziya Rojhilata Navîn e”

Siyasetmedar Omer Hecî Hisên tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir û got:
“Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike.”

Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO Siyasetmedar Omer Hecî Hisên axivî û ev tişt got:

“Ev tecrîd li dijî qanûnên mafê mirova ne.

Birêz Ocalan rêbertiya gelekî bindest dike.

Welatên navneteweyî li ber rewşa niha ya Rêber Ocalan berpirsiyarin.”

Omer Hecî Hisên diyar kir ku tecrîda li hemberî Rêber Ocalan çewsandina dengê azadiyê ye û ev tişt anî ziman:

“Ji bo ku dengê azadîxwazî û demokrasiyê negihîje civakê, tecrîdê giran dikin.

Bila rêxistinên Hiqûqî li hemberî tecrîdê bi erka xwe rabin.”

Hisên di dawiya axafitina xwe de diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike ê wiha axaftina xwe bi dawî kir:

“Azadiya Rêber Ocalan azadiya tevahiya mirovatiyê ye.”

Back to top button