HPG: Li Girê Amediyê 5 leşker hatin kuştin

Li herêma Girê Amediyê, gerîlla bi ser çeperên hêzên artêşa Tirk de girtin.
Di çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe a rojane de, encama çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê;

30’ê Mijdarê dagirkerên li Qada Girê Amediyê bûn armanca lêdana bi bandor.

Gerîlla ji 3 baskan ve bi ser çeperên wan de girtin.

Di encama çalakiyê de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Her wiha 2 pergalên kamereyên şopandinê hatin rûxandin.

Li herêma Xakûrkê jî 30’ê Mijdarê dagirkerên li Girê Şehîd Şahan bûn armanc.

Di çalakiyê de konteynerek leşkerên Tirk hat rûxandin.

Heman rojê, li Girê Şehîd Axîn jî gerîllayên jin bi çekên giran li çeperên artêşa Tirk dan.

HPG’ê diyar kir ku 24 saetên dawî artêşa Tirk 6 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombardiman kirin.

Back to top button