Malbata Ferhan Elî Necim.. Di êrişan de birîdar bûn û mala wan hilweşiya lê gundê xwe terk nekirin

Topbarana li dijî herêmê zirarê digihîne şênî û xaniyên şêniyan..
Gelek sivîl birîndar û şehîd dibin…
Di ecnama topbarana dagirkeriya Tirk a li ser Til Temirê de welatiyek û dayika wî ya 80 salî birîndar bûn ..
Xaniyê wan bi temam hilweşiya..
Lê dîsa jî wan dev ji gundê xwe bernedan.

Di 24’ê Tîrmeha borî de navçeya Til Temirê ji aliyê artêşa Tirk ve hat topbarankirin..

Di encamê de xaniyê welatiyê bi navê Ferhan Elî Necim hat topbarankirin..

Ev dîmenên li ser ekranêyê jî yê mala Ferhan e..

Ew û dayika xwe ya 80 salî ji serî û lingên xwe birîndar bûn.

Lê malbata Ferhan Necim dev ji mala xwe bernedan.

Hevjîna Ferhan Necim, Kewkeb El Bedir axivî û got :

“Em wek şêniyên gund tu carî xaniyên xwe bernadin..

Em ê li kêleka hêzên leşkerî li hember dagirkeriyê bisekinin.”

Kewkeb El Bedir bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrişên Tirkiyê bi erka xwe rabin..

Back to top button