Çalakiya konvedanê ya li Qamişlo bi dawî dibe

Çalakiya konvedanê ya li dijî êrişên Tirkiyê li Qamişlo destê pê kiribû îro bi dawî bû. 

12’ê Tebaxa Îsal HPC-Jin bi koordîneya Kongra Star li dijî êrişên Tirkiyê konê çalakiyê li Qamişlo veda.

Kon li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY’yê hatibû vedan.

Rojane endamên saziyên bajarê Qamişlo û deverên din ên herêmê beşdar dibûn û piştgirî didan çalakgeran.

Piştî 34 rojan ji destpêkirina çalakiyê Îro ev çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Destpêkê bersiva NY’î ya li ser daxwaziyên çalakgeran hate xwendin.

NY’î eşkere kirbû ku ew jî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ne.

Her wiha soza rawestandina êrişan jî daye..

Bi heman armancê jî HPC-Jin jî teqez kir ku ew çalakiya konvedanê bi dawî dikin, lê berxwedana xwe ya li dijî hemû êrişan wê dewam bike..

Back to top button