Fransa: 8 welatên Ewropî piştgiriya operasyona li Tengava Hurmizê dikin

Fransayê ragihand ku 8 welatên Ewropî piştgirya operasyona Yekîtiya Ewropayê a li tengava Hurmizê dikin. Yekîtiya Ewropayê jî kêfxweşiya xwe anî ziman.

Hikumeta Fransayê îro ragihnad ku ji bo operasyona wan a parastina tengava Hurmizê 8 welatên Ewropî piştgiriya xwe ji wan re nîşan dane.

Li gorî agahiyên ku ajansa Reutersê ji hikumeta Fransayê wergirtine, ev operasyona bi serkêşiya Ewropayê piştgiriyeke siyasî jî bi dest xistiye.

Hat ragihandin ku welatên piştgirî dane, Almanya, Belcîka, Danîmarka, Yûnanistan, Îtalya, Hollenda û Pirtugal in.

Yekîtiya Ewropayê li ser zimanê Nûnerê xwe yê Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê Josep Borrell, kêfxweşiya xwe ji bo vê operasyonê anî ziman.

Piştî gefên Ewropa yên ku Îran peymana nûkler binpê dike, Wezîrê derve yê Îranê Cewad Zerîf jî li parlementoya Îranê aixvî.

Zarîf got, ger dosya me ya nûklerî derbasî Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî NY bibe, emê jî ji peymana giştî ya nûklerî

Leave a Reply

Back to top button