Welatiyên ku beşdarî pîrozbahiya salvegera rizgarkirina bajarê xwe bûn kêfxweşiya xwe anîn ziman. Di pîrozbahiyê de kesên axivîn peyamên girîng dan.
Bi hezaran welatî, şêx, rêspiyên eşîran, endamên Rêveberiyê û Koalisyona Navneteweyî beşdarî şahiyê bûn.
Di pîrozbahiyê de gelek kes axivîn û salvegera 5’an a rêzgarkirina Reqa li Şehîd, Şervanên QSD’ê û hemû pêkhateyên herêmê pîroz kirin.
Kesên axivî diyar kirin ku bajarê Reqa wê bibe modela Sûriyeke demokratîk û ne navendî û wê bibe paytexta azadiyê.