Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Hozat: Tifaqa Kurd-Ereban ji bo demokratîkbûna herêmê diyarker e. Demokratîkbûna Rojhilata Navîn bi xurtbûn û mayindebûna tifaqa Kurd-Ereban dibe.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku dagirkirina Efrînê planeke navdewletî bû û dewama komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê û 15’ê Sibatê bû.
Besê Hozat da zanîn ku bi destûra DYE, Rûsya û dewletên Ewropayê, li Efrînê sîstemeke çete hatiye avakirin.
Herçendî gelên heremê bi berxwedaniya xwe heta astekê planên van dewletan vala derxistibin jî, lê êrîş didomin.
Hozat got:”Di hevdîtinên Tirkiye-Rûsya û Tirkiye-DYE yên meha Çileyê de, eşkere bû ku ev dewleta li ser planên nû xebitîne. DYE û Rûsya wê piştgiriya xwe ya ji bo dewleta Tirk dewam bikin.”
Hozat da zanîn ku dewleta Tirk û Rusya bi rijdî hewl didin şerê Ereb-Kurdan derxînin. Lê Tifaqa Kurd-Ereb ev hesabên qirêj heta niha pûç kiriye û wê nehêle ku hêzên dagirker bigihêjin armancên xwe.
Besê Hozat: Dervehiştina Kurdan tê wateya neçareseriyê
Hozat bal kişand ser helwesta Rûsyayê û da xuyakirin ku Rûsya ji bo nakokiyên DYE û Tirkiyê kûr bike û Rêveberiya Xweser qels bike, êrişên Tirkiyê dipejirîne û ji bo berjewendiyên xwe, dewleta Tirk bikar tîne.
Hozat wiha domand: Rusya û Tirkiye nehiştin Rêveberiya Xweser beşdarî civînên Astana û Cenevreyê bibin. Bi van hewildanan dixwazin destûreke bê kurdan ava bikin. Lê destûreke bê Kurd, dê çareseriyê bi xwe re neyne.
Besê Hozat: Tifaqa Kurd-Ereb diyarker e
Hozat helwesta welatên Yekîtiya Ereban a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê girîng dît û got:
“Tifaqa Kurd-Ereb ji bo demokratîkbûna herêmê diyarker û girîng e. Tifaqa Kurd-Ereb ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ava bû, pêşketinên bêhempa afirand, xwîna ciwanên Kurd û Ereb têkilhev bû, nehişt Sûriye belav bibe û yekîtî pêk anî. Divê em vê yekîtiyê hîn xurtir bikin.”