Jinên ji 20 welatan name ji KCK, PDK û YNK’ê re şand

Ji 20 welatan 150 jinên siyasetmedar, rojnameger, nivîskar û akademîsyen name ji KCK, PDK û YNK’ê re şandin. Jinan bal kişandin ser kirinên dagirker ên dewleta Tirk û banga yekîtiyê kirin.

Di qada navneteweyî de gelek jinên siyasetmedar, nivîskar û akademîsyen name ji rêveberên KCK, PDK û YNK’ê re şandin û wiha gotin,

Kurdistan ne qada şerên herêmî û navnetewî ye.

Kurdistan li Rojhilata Navîn divê bibe çavkaniya îlhama jiyana hevpar a di nav demokrasî û aştiyê de.

Jinan di nameyê de ev tişt anîn ziman:

Li gorî dewleta Tirk lewazbûna başûr ji bo wan serfiraziyek e.

Herêma başûrê Kurdistanê ji bo hemû gelê Kurd destkeftiyeke mezin e.

Em jî bi rêya yekîtiya neteweyî ya Kurdan divê wê biparêzin.

Heman name ji Sekreterê giştî yê NY, Konseya Ewropa, Sekreterê Giştî yê NATO, Serokê DYA, Serokê Rûsiya û Serokkomarê Iraqê re hate şandin.

Back to top button