Endonezya ragihand ku ew ê nêzê 700 hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î yên li Rojhilata navîn wernegere.

Endonezya ragihand ku ew ê nêzê 700 hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î yên li Rojhilata navîn wernegere.

Wezîrê Kordînekirina Dozên Ewlehiyê yê Endonezya ragihand ku wê 689 hemwelatiyên xwe yên çûne Sûriyê û hin welatên din ên Rojhilata Navîn û tevlî DAIŞ’ê bûne, werngere.

Wezîr diyar kir xeteriya van kesan li ser welatiyên Endonezya weke virosê ye û got:

“Em nahilên ew endonezî vegerin warê xwe.”

Wezîrê Endonezî da zanîn dibe ku hikûmet zarokên ku temenê wan kêmî 10 salî ne, werbigre lê ev yek jî piştî lêkolînkirina rewşa wan wê pêk were.

Di salên dawî de li Endonezya gelek êrîşên ku alîgirên DAIŞ’ê pêk anîn, qewimîn.

Back to top button