Rejîma Sûrî derdora riya M5 asê dike û 3 bajarokên din kontrol dike

Rejîma Sûrî êdî derdora riya M 5 asê dike û herî dawî 3 bajarokên din li nêzî rê bi dest xistin.

 Hemwextî pêşketinên rejîmê, serokê dewleta Tirk dîsa gef li rejîmê xwar û idîa kir ku eger careke din leşkerên wan bibin hedefa rejîmê, ew ê li her derê li hêzên rejîmê bidin.

 Rûsya jî tevliheviya li Idlibê bi dewleta Tirk ve girê da û Rejîma Sûrî jî bersiv da gefên Erdogan û ew bi ”gotinên vala” bi nav kirin.

Piştî kontrolkirina riya M5 a navdewletî bi temamî, rejîma Sûrî pêşdeçûnên xwe li derdora vê riyê dewam dike û herêmên nû bi dest dixe.

Hat ragihandin ku rejîmê bi desteka Rûsyayê bajarokên ”Erade, Arnaz û Şêx Elî” ku li beramberî rêya navbera Idlib û Helebê de ne kontrol kirin.

Bi vê yekê rejîm hewl dide derdora rê asê bike û pêşdeçûnên xwe berfireh bike.

Hemwextî wê, bi armanca parastina hegemoniya xwe, dewleta Tirk jî nuqteyên xwe yên nû li herêmên bi navê ”Kêmşer” ava dike.

Dewleta Tirk nuqteyeke din li rojavayê Helebê ava dike

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku duh êvarî karwaneke ji leşkerên Tirk ji dergeha Kefer Losîn derbasî herêma qaşo “bêçek” bû.

Çavdêriyê diyar kir ku artêşa Tirk navendeke leşkerî nû li ser rêya el-Cîna- Etarib li rojavayê Helebê ava dike.

Li aliyekî din û di çarçoveya şerê gefxwarinê de, dewleta Tirk dîsa gef li rejîmê xwar.

Erdogan gefa êrîşên bejahî û esmanî li rejîmê xwar

Serokê dewleta Tirk Erdogan li pêş parlementerên AKP’ê axivî û idîa kir ku Enqere dê tiştê pêwîst ji bo derxistina artêşa Sûrî ji Idlibê bike.

Erdogan gefa êrîşeke leşkerî ya bejahî û asîmanî li rejîma Sûrî xwar û got:

Eger leşkerekî din ê Tirkiyê hat hedefgirtin, em ê li her derê li hêzên rejîma Sûrî bidin.

Ger pêwist bike emê rêbazên bejahî û asîmanî jî êrîşan pêk bînin.

Rûsya: Tirkiyê sedema tevliheviya li Idlibê ye

Li dijî van gefên Erdogan Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku ”Rûsya û Sûriyê tenê grûpên terorîst ên li Idlibê dike hedef.”

Berdevka wezareta derve ya Rûsyayê Maria Zakharova di kongreyeke çapemeniyê de careke din teqez kir ku Tirkiye li gorî bendên hevpeymana Sochî tevnagere û destnîşan kir ku ”Tirkiyê sedema tevliheviya li Idlibê ye”.

Rejîm: Daxuyaniyên Erdogan vala ne

Her wiha rejîma Sûrî jî bersiva gefên dawî yên Erdogan da û got:

Erdogan kesekî dûrî rastiyê ye û daxuyaniyên wî vala ne.

Tirkiye: Di rojên pêş de şandeyeke me diçe Rûsyayê

Hêjayî gotinê ye ku ev pêşketinên nû yên rejîma Sûrî û gefên Erdogan piştî binketaina herdu hevdîtinên Enqreyê navbera Rûsya û Tirkiyê de derketin holê.

Lewre ji ber nelihevkirinê, Wezîrê derve yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu ragihand ku ”Wê şandeyeke Tirkiyê biçe Moskovê da ku rewşa Idlibê nîqaş bike.”

Back to top button