JI BER ŞEWATÊ, 5 KONÊN KOÇBERÊN KAMPÊ ŞEWITÎN

Carek din li Wargeha Çemişko ya navçeya Zaxo ya Dihokê ku koçberên Şengalê lê dijîn, şewat derket.

 

Li Wargeha Çemişko ya navçeya Zaxo ya Dihokê ku koçberên Şengalê lê dijîn, vê sibehê di seet sê û çil û pênc xulekan de şewat derket.

Li gorî agahiyên koçberên Kampê, şewat ji ber temasa ceryanê çêbûye û 5 kon bi tiştên di nav de şewitîne.

Hêjayî gotinê ye beriya çar rojan jî li Wargeha Çemişko ya navçeya Zaxo ya Dihokê ku koçberên Şengalê lê dijîn, şewat derketibû û herî kêm 15 kon şewitîbûn.

Leave a Reply

Back to top button