Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 41 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.
Desteya Tenduristiyê diyar kir ku kesên pêketî
6 li Qamişlo, 9 li Hesekê, 3 li Amûdê, 10 li Dêrik, 9 li Girkê Legê, 2 li Dirbêsiyê,1 li Çil Axa û 1 jî li Til Temirê ne.
Li gel van pêketiyan, desteyê eşkere kir ku 14 kesên din ji vîrûsê baş bûne.
Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan li herêmê dibe hezar û 711 kes, ji wan 67 kesan jiyana xwe ji dest daye û 451 kes jî baş bûne.