Amerîka 27 welatiyên DAIŞî ji Iraq û Sûriyê vegerandin

Amerîka 27 welatiyên xwe yên DAIŞî ji Iraq û Sûriyê vegerandin..

Wezareta Dadweriyê ya Amerîkî li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku DYA 27 welatiyên Amerîkî ji Sûriye û Îraqê, di nav de 10 kesên bi sûcên terorê tawanbar, vegerandin.

Wezaretê diyar kir ku ligel veguhestina 4 girtiyên vê dawiyê, Amerîka karîbû hemû Amerîkiyên li cem Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) girtî û xwedî tawan bûn, vegerîne.

Li gorî Wezareta Dadweriyê, wê rastî û rewşên girêdayî hemû girtiyan werin lêkolînkirin û gava bi dawî bûn, wê tawanine din li dijî hineke din werin birîn.

Wezaretê got:

“Amerîka dê hevkariya bi QSD re berdewam bike heya welatiyên Amerîkî yên ku piştevaniya DAIŞê dikirin, vegerîne û wan di dadgehên Amerîkî de darizîne.

Em bang li hemû welatan jî dikin, taybet ên Ewropaya Rojavayî ku berpirsyartiya welatiyên xwe rakin”.

Back to top button