Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 64 roj in didomin

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê Tevî qetilkirin û êrişên hêzên dewletê jî berdewam e
Di roja 64’an ya serhildanê de jî gel bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li qadan bû.
Her wiha di merasîmên oxirkirina cangoriyên serhildanê de jî banga piştgiriya xwepêşandanan hate kirin.

Serhildan û çalakiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî êriş, qetilkirin, girtin û darvekirinan bê navber bi awayekî berfireh dewam dikin.

Di roja 64’an de jî gel bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daketin qadan û daxwaza azadiyê kirin.

Hêzên dewleta Îranê jî ji bo tepisandina çalakiyan bi tundî êrişên xwe didomîne.

Cangoriyên li rojhilat bi dirûşmeya ‘şehîd namirin’ hatin oxirkirin

Tevî hemû êrişên hêzên dewletê, welatî li bajarên Bokan, Mihabad, Kamyaran û Sine daketin qadan û bi dirûşmeyan cangoriyên serhildanê oxirkirin.

Her wiha bi hezaran li bajarên Rojhilatê Kurdistanê li gelek bajaran daketin qadan û dewleta Îranê pirotesto kirin.

Li gelek cihan jî ciwanan kesên hevkariyê bi dewletê re dikin şermezar kirin û malên Besîcan dan ber agir.

Hêzên dewletê weke hercarê dîsa êrişî çalakiyan kir..

Duh jî li gelek gundên Serdeşt, Sine û Kamyaran bi heman şêweyî xwepêşandan û çalakî hatin li darxistin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di encama xwepêşandanên duh yên li bajarên Bokan, Pîranşar û Mihabadê de herî kêm 4 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dan.

Li ser asta Îranê jî li bajarên Tehran, Qezwîn, Tebrêz, Bender Ebas, Şîraz, Îze û gelek navçeyên din yên Îranê çalakî berdewam bûn.

Di heman demê de karkerên li Îranê neçûn ser kar û tevlî çalakiyan bûn.

Xwendekarên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî tevlî dersan nebûn û xwastin kesên girtî werin berdan.

Li aliyê din, ciwanên azadîxwez jî li gelek deveran baragehên Besîcan dan ber agir.

Back to top button