Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser herêmê ranawestîne, îro jî gundên navçeyên Şêrawa û Şera ên Efrînê topbaran kirin.
Çeteyan îro di saet 10.00’an de gundên Elqemiyê û Merenaz ên navçeya Şer topbaran kirin. Saetên serê sibê jî gundên Meysayê û derdora gundên Birc Qasê yên navçeya Şêrawa bi dijwarî hatin topbarankirin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi êrîşên li ser gundên Efrînê hewl dide şêniyên herêmê yên resen bide koçberkirin û planên guhertina demografî di herêmê de bidomîne.
Dagirkeran gundên Hoşeriyê û El-Catê yên Minbicê topbaran kirin
Şevê din jî dewleta Tirk ji baregeha xwe ya li Qiratayê bi topan êrîş bir ser gundên Hoşeriyê û El Catê yên bakurê Minbicê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxuyanî da û destnîşan kir ku êrîşa li ser gundan hat têkbirin.