QSD, MSD û Rêveberiya Xweser bi civîneke lezgîn geşedanên dawî nirxandin

Îro Şemiyê 11’ê Hezîranê têkildarî gefên Tirkiyê yên êrişeke nû li dijî herêmên rêveberiya xweser meclisa Sûriyeya Demokratîk(MSD), Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD’ê) li bajarê Hesekê civîneke sê alî li dar xist.

Li bajarê Hesekê berpirsên bakur û rojhilatê Sûriyê yên siyasî û leşkerî derbarê gefên dawîn ên dagirkeriya tirk li ser herêmê li hev civiyan.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê û endamên meclisên Leşkerî her wiha serokatiya desteya rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û Emîna Omer, hejmarek ji endamên MSD’ê û hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û rayedarên Meclîsê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de geşedanên bilez ên ji ber gefên dawîn ên Tirkiyê ku dixwaze careke din êrişî herêmên bakurê Sûriyê bike, hatin nirxandin.

Her wiha helwestên welatên garantor ên peymana Cotmeha 2019’an, amadekariyên hêzên leşkerî, tedbîrên ku ji aliyê dezgehên leşkerî, îdarî û siyasî ve bên avêtin û pêşxistina hevpeymaniyeke hevbeş û mekanîzmeya xebatê ya di navbera wan de hatin gotûbêjkirin.

Civîn bi amadekirina plansaziyekê têkildarî her êrişeke dagirkeriya Tirk ji aliyê her sê saziyan QSD, MSD û Rêveberiya Xweser ve bi dawî bû.

Back to top button