Dewleta Tirk navçeya Til Rifetê topbaran kir

Rojane û bê navber Dewleta Tirk êrişî herêmê dike . Îro jî dagirkeran navçeya Til Rifetê bombebarankirin. Bîlançoya êrişên meha Cotmehê ya li ser Til-Temirê û Zirganê jî hat eşkerekirin. Tenê di nava mehekê de 600 top li herêmê ketine. Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Newroz Rojhilat jî got: “Çi dibe bila bibe, em ê gel û herêma xwe biparêzin.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrişên li ser herêmê bê navber dewam dikin.

Dagirkeran îro di seatên nîvrojê de, navçeya Til Rifetê ya Şehbayê topbaran kir.

Hat ragihandin zêdeyî 10 top li navçeyê ketine.

Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên Kobanê kir

Duh di seatên piştî nîvroj de jî balafirên bê mirov gundê Çariqlê yê Kobanê bombebaran kir..

Hemwextî wê, gundê Koran û Xerebîsan jî bi çekên giran hatin topbaran kirin..

Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê bîrîndar bû.

Piştî wê jî gundên Zormixarê û Ziyaretê jî hatin topbarankirin.

Dagirkeran di mehekê de 600 carî Til Temir û Zirgan topbarankirin

Li hêleke din ajansa ANHA ‘yê bilançoya mehekê ya êrişên li ser navçeyên Til Temir û Zirganê eşkere kir..

Li got wê : Navçeya Zirganê û 8 gundên girêdayî wê hatin topbarankirin.

27’ê mehê dagirkeriya Tirk baregeha hêzên hikûmeta Şamê ya li gundê Til El Werd ê başûrê navçeyê topbaran kir..

Di encamê de leşkerekî hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da 5 jî birîndar bûn..

Her wiha 7 gundên navçeya Til Temirê jî bi awayekî dijwar hatin topbarankirin..

Dagirkeriya Tirk meha borî bi zanabûn rêya di navbera navçeya Til Temir û Zirganê de hedef girt…

Di encamê de jî Hêzên Asayîşê ji bo parastina sivîlan rê qut kir û tedbîr girtin.

Di encama van êrişên mehekê de zirarê mezin gihîşt mal û milkên welatiyan.

Tenê di nava mehekê de dagirkeran Til Temir û Zirgan bi 600 topan kir armanc..

“Dewleta Tirk hewl dide me bikişîne nav şer”

“Di çend rojên dawîn de, tevgereke zêde ya dagirkeriya Tirk heye. ”

Newroz diyar kir ku Dagirkeriya Tirk hewl dide wan bikişîne nava şer.

Newroz Rojhilat: Em ê gel û herêma xwe biparêzin

Dawiyê Newroz Rojhilat diyar kir ku ew ê gel û herêma xwe di çarçoveya mafê parastina rewa de biparêzin.

Back to top button