Jnên Êzîdî Fêrî perwerde û bikaranîna çekê dibn

Jinên Êzidî ji aliyê xwedîderketin û parastina civaka xwe de bûne pêşeng.
Tevî ku 74 ferman bi ser wan de hatin dîsa jî li ber xwe didin, xwe perwerde dikin û rêxistinbûna xwe geş dikin.

Piştî 12 rojan ji perwerdeya teorîk, Jinên Êzidî ji bo karibin xwe biparêzin, di bin banê Meclîsa TAJÊ de fêrî bikaranîna çekê dibin.

Derbarê mijarê, jinên ku perwerdê dibin nerînên xwe anîn ziman.

Endama Meclîsa TAJÊ Fehîma Silêman a tevlî perwedê bûye weha got:

Ev perwerde ji bo me cihê kêfxweşiyê ye û naskirina çekê jî derfetek baş e.

Em ê tu carî nehêlin ku dijmin nêzî me bibe û ez bang li hemû jinên Êzidî dikim ku xwe bi rêxistin bikin û tevlî xebatên TAJÊ bibin.

Her wiha Celîla Meto jî ev tişt anî ziman:

Ev perwede gelekî baş bû, divê em hîna zêdetir xwe perwerde bikin.

Banga min ji hemû jinên Êzidî re ye, ku xwe bi xwe bi rêve bibin.

Back to top button