Gelên herêmê tev, siyasetmedar û oldar jî di nav de, li dijî gef û êrîşan xwedî heman peyama berxweanê ne. Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Aştî ya Demoqrat a Kurdistanê Muslim Ebas û Serokê Meclisa Olî ya Serê Kaniyê Heysem Xelîl bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî kirin ku hevgirtina xwe xurt bikin û li hemberî gef û êrişên Tirkiyê bisekinin.
Li dijî her êrîşeke gengaz li ser herêmên Bakur û Rojhilatê ji aliyê Tirkiyeya dagirker ve, gelê herêmê rojane peyama têkoşîn û berxwedanê dide.
Siyasetmedar û oldar jî di nav de, bi yekdengî li dijî êrîşan derdikevin..
Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Aştîya Demoqrat a Kurdistanê Muslim Ebas Ebas diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker peymanan binpê dike û bi rêya balafirên keşfê, şerê taybet û çapemeniyê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Muslim Ebas dawiyê destnîşan kir ku yekane rêya girtina li pêşiya gef û êrişan, yekitiya hemû aliyên siyasî ye.
Mele Heysem Xelîl: Tirkiye ne dijminê partiyekê, dijminê doza Kurd e
Serokê Meclisa Olî ya Serê Kaniyê Mele Heysem Xelîl jî, diyar kir ku ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ola îslamê û ol û baweriyên din metirsiyeke mezin e.
Mele Heysem dawiyê bang li rêxistin û welatên ku banga demokrasî û mafên mirovan dikin kir ku sûcên Tirkiyê li Sûriyê rawestînin.