Li Dêra Zorê QSD’ê çeteyekî DAIŞ’ê girt

Hêzên Sûriya Demokratîk -QSD’ê çeteyekî DAIŞ’ê ku amadekariya êrişên terorîst dikir, li Dêra Zorê girt.

QSD’ê der barê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û tê de ev agahî bi parve kirin:

“Yekîneyên antî-Terorê operasyonek li gundewarê bakurê rojhilatê Dêra Zorê li dar xist û tê de çeteyekî “DAIŞ’ê” girt.

Vî çeteyî plan dikir ku hêzên leşkerî û kadroyên saziyên xizmetê yên li herêmê bike armanc.”

QSD’ê eşkere kir ku di operasyonê de alavên teknîkî û leşkerî jî pê re hatine dîtin.

Çeteyê hatî girtin ji bo lêpirsînê hat veguhastin û belgeyên der barê wî de wê pêşkêşî dadgehê werin kirin.

Back to top button