Ilham Ehmed:Dewleta Tirk bê Rûsya û Amerîka nikare êrişî herêmê bike

Seroka Desteya Rêveber ya MSD’ê Îlham Ehmed derbarê êrişên dagerkeran yên li ser herêmê de diyar kir bêyî Amerîka û Rûsyayê Tirkiye nikare êrişan pêk bîne û got, “Êriş bi têkoşîn û îradeya gelan dikare bê têkbirin.” Ilham Ehmed derbarê propagandayên vegera Efrînê de jî got, “Em dixwazin dagirkeriya li Efrînê bi dawî bikin. Dewleta Tirk ji ber sûcên ku li Efrînê dike divê li Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî bê darizandin.”

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ahmed, derbarê êrişên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê û dagirkeriya li Efrînê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Îlham Ehmed, diyar kir ku Tirkiye bi êrişên xwe hewl dide aramiya herêmê têk bibe û got, “di demên pêş de dibe ku êrişên mezintir pêk bên. Êriş bi têkoşîn û îradeya gelan dikare bê têkbirin.”

Îlham Ehmed bal kişande li ser rola Amerîka û Rûsya a di van êrişan de û wiha got,

“Bêyî Amerîka û Rûsyayê Tirkiye nikare êrişan pêk bîne. Tirkiye bi van êrişan gefê li van hêzan jî dixwe. Hêzên mîna Amerîka û Rûsyayê jî ji bo ku daxwazên xwe bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê bidin qebûlkirin hin caran helwesta Tirkiyê bi kar tînin. Ji ber vê em van welatan ji êrişan dûr nabînin. Bi taybetî jî Rûsya di vê mijarê de berpisyar e.”

Îlham Ehmed şerê ku niha li Deraa û Idlibê diqewime nirxand û da zanîn li bakur û rojhilatê Sûriyê jî dibe ku êrişên mîna êrişên Tirkiyê pêk bên û wiha dewam kir,

“Lê ev nayê wateya ku wê dîsa şerekî mezin li Sûriyê dest pê bike. Diyar e ku konseptek heye û wê Sûriyê di şerê sar de bihêlin. Bi vê rêbazê hêdî hêdî Sûriye qels dibe û ji hundir ve tê hilweşandin. Dibe ku piştî demekê li Sûriyê rêveberiyeke nû bê avakirin. Piştî ewqas şer kes nêzî şerekî nû nabe.”

Tirkiye ji ber sûcên xwe yên li Efrînê divê bê darizandin

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed derbarê propagandayên dewleta Tirk û hin derdoran ya ji bo vegera Efrînê jî got,

“Em ne li dijî vegera gelê Efrînê ne. Em dixwazin dagirkirkeriyê bi dawî bikin. Mal û milkê gel ji destê gel tê girtin û bi zorê bi gel didine îmzekirin û gel ji Efrînê derdixin. Aqûbeta kesên tên revandin ne diyar e. Kesên ku dibêjin ‘Em garantor in’ divê derkevin pêşberî gel û hesab bidin. Bila gelê me bi bangên vegerê nexape. Dewleta Tirk ji ber sûcên ku li Efrînê dike divê li Dadgeha Sûcê Şer a Navneteweyî bê darizandin.”

Back to top button