Reqa-Rêveberiya Xweser 22 girtiyên din berdan

Di çarçoveya serbestberdana girtiyan de, Rêveberiya Xweser li Reqayê jî 22 girtî berdan.
Di vê hevfteyê de ev beşa 3’emîn e ku Rêveberiya Xweser girtiyan serbest berdide.

Rêvberiya Xweser bi buneya Cejna Remedanê gelek girtî berdan.

Nivîsgeha Edalet û Çeksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî biryara Meclisa Edaleta Civakî 22 girtî ji girtîgeha Reqayê serbest berdan.

Li gorî xala 126’an a Qanûna Cezayên Giştî, ger cezayê girtiyan 3 çaryek derbas kir û ref-tara wî bi nivîsekê ji rêveberiya girtîgehê re hate îsbatkirin, tê berdan.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Şêx Mihemed Nûr di dema serbest-berdana girtiyan de ji me re axivî..

Mihemed Nûr diyar kir ku pêwîst e ku girtiyên hatin berdan, ferdên aktîf bin û ji îro şûn de ji bo civakeke azad xebat bikin û li pey kiryarên zirarên didin, neçin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku, Rêveberiya Xweser 16’ê Nîsanê jî 60 girtî ji girtîgeha Elaya ya li Qamişlo û girtîgeha Xiwêran a li Hesekê serbest berdan.

Back to top button