Waliyê Silêmaniyê: Ev herêm bûye kozika hemû hêzan

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir diyar kir ku herêma wan bûye duyemîn kozika hemû hêzên li heremê.

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir doh serdana konê sersaxiyê yê Nagihan Akarsel kir û got.

“Hêzên ewlehiyê bi hûrî kar li ser dosyayên terorê dikin. Bi giştî rewşa Iraqê nearame.

Herêma me bûye kozika duyemîn hemû hêzên heremê.

Divê em hemû îdareya xwe ya siyasî biparêzin. Serweriya xwe bihêz bikin.”

“PDK û YNK li hember kuştina şoreşgeran bêdengî hilbijartine”

Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê jî têkildarî kuştina Nîgahan Akarsel daxuyanî da û got:

“Başûrê Kurdistanê bûye cihê kuştin û qetilkirina welatiyên sivîl, şoreşger û azadîxwazan ku ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve ev bûyer pêk tên.

Em van bûyerên terorîstî bi tundî şermezar dikin.

PDK û YNK li hember van êrişan bêdengî hilbijartine.

Rojane têkoşer û jinên azadîxwaz tên dehef girtin û qetilkirin.”

Nûnertiya HDP’ê di dawî de banga girtin û eşkerekirina kujeran kir.

Back to top button