Li Parîsê li dijî komploya 9’ê cotmehê meş hat lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Fransa Parîsê, li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.

Meş bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Meclîsa Gel a Vîllîers-Le-Bel pêk hat.

Meşa ku li ber stasyona banliyoyê destpêkir heta Mala Çanda Kurd a Vîllîers Lê Belê domiya.

Piştî meşê Xezal Sorê li ser navê çalakgeran daxuyanî da û wiha got:

“Kompoloya ku berî 24 salan li dijî Rêberê me hat kirin, îro bi komkujiyan dewam dike.

“Encam çi dibe bila bibe em ê li ser şopa Rêbertî bimeşin, têkoşîna wî geş bikin û heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe, em ê li her qada ku lê ne têkoşînê geş bikin.”

Daxuyanî bi banga tevlêbûna ji bo meşa navendî ya ku wê îro di saet 14.00’an de li qada Repûblîqûeyê bê lidarxistin, bi dawî bû.

Back to top button