TEV-DEM’ê êrişa li dijî Serê Kaniyê û Girê Spî şermezar kir

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê salvegera êrişên tirkiyê yên li dijî Serê Kaniyê û Girê Spî şermezar kir. 

Tevgera Civaka Demokratîk ji bo salvegera 3. a êrişên li dijî Serê Kaniyê û Girê Spî daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê anî ziman ku armanca êrişê dagirkeriya sîstematîk bû û ev tişt anî ziman:

”Di êrişê de hemû cureyên çekan û di nav de yên qedexekirî li pêş çavên civaka navneteweyî hatin bikaranîn.

Êriş di heman rojê de bûn ku komploya navneteweyî li dijî rêber Ocalan bi beşdariya gelek dewletan pêk hatiye.

Ev her du siyasetên sîstematîk armanc jê derbekirina destkeftiyên gelê Kurd û lawazkirina îradeya gelên têkoşer e.”

TEV-DEM’ê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û li hember hêviyên gelan ên aramî û ewlehiyê, berpirsiyariyên xwe yên exlaqî pêk bînin.

Back to top button