
Sibe salvegera 2’an a kuştina fermandarê Îranî Qasim Silêmanî ye. Bi vê armancê li paytexta Iraqê Bexdayê, alîgirên Haşdî Şabî xwepêşandanek li dar xist. Serokê Rohanî yê Îranî Ayetullah Xamenî jî dubare peyam da ew ê tola Silêmanî li erdê nehêlin.
3 Çileya 2020’an li nêzî balafirgeha Bexdayê Fermandarê Tugayên Qudûs ê Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê Haşdî Şabî Ebû Mehdî El Muhendis hatin kuştin.
Di salvegera 2’an a kuştina wan de Silêmanî û El Muhendis li Bexdayê hatin bibîranîn.
Bi hezaran alîgirên Haşdî Şabî beşdarî merasîma bibîranînê bûn.
Di xwepêşandanê de dengê “bimre Amerîka” û bila “terora Amerîkayê” bi dawî bibe bilind bû.
Xameneyî: Wê tola Qasim Silêmanî li erdê nemîne
Serokê Rohanî yê Îranî Ayetûllah Elî Xameneyî jî doh dema pêşwazîkirina malbata Silêmanî wiha got;
Trump û kesên mîna wî yên fermana kuştina Qasilm Silêmanî dan têk çûn.
Divê dijminên Îranê zanibin ku ew ê ti carî bi ser nekevin.
Teqez wê hesabê êrişan bidin.