Dayîk Emîne Şenyaşar 300 Roj in di nobeta edaletê de ye

2 zarok û hevjînê wê beriya 3 salan ji aliyê alîgirên AKP ve bi hovîtî hatin kuştin. Bi ser de jî li şûna cezakirina kujeran, kurê wê avêtin zindanan. Li dijî vê neheqiyê dayîk Emîne Şenyaşar 300 roj in di nobeda edaletê de ye.

14’ê Hezîrana 2018’an li bajarê Rihayê, namzetê AKP’ê Îbrahîm Xelîl Yildiz tevî alîgirên xwe êrişî endamên malbata Şenyaşar kir.

Di encamê de Hacî Şenyaşar û herdû kurên wî Adil û Celal jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha Fadil Şenyaşarê di êrişê de birîndar bû paşê hate girtin û cezayê 37 sal zindanê lê hate birîn.

Tevî ku bûyerê eşkere li pêş çavê herî kesî hate kirin jî ti hesab ji berpirsê êrişê parlementerê AKP
Îbrahîm Xelîl Yildiz nehate pirsîn.
Li dijî vê neheqiyê, dayîk Emîne Şenyaşar nêzî salekê ye ji bo hevjîn û herdû kurên xwe ên hatin kuştin di nobeda edaletê de ye.

Dayik Emîne ku kuştina hevjîn û zarokên xwe ji bîr nake, 3 sal in rojek nîne ku nagirî.

Tevî vê yekê jî 300 roj in tevî kurê xwe Ferît di navbera Pirsûs û Rihayê de diçe û tê, li ber edliyeya bajêr daxwaza edaletê dike.

Ew dixwaze ku kurê wê yê girtî Fadil bê berdan.

Dayîk Emîne û kurê wê Ferît her roj ji cihekî nêzî 50 kîlometreyî diçe ber edliyeya li navenda Rihayê.

Zilma li me hatiye kirin. Zarokên min li pêş çavên cîhanê hatin kuştin. Wê êşa di dilê min de ti carî neyê jibîrkirin.

Tişta ku wan zaliman bi me kirin, xwedê bîne serê wan jî.

Dayîk Emîne roja ku komkujî pêk hat wiha bi bîr tîne:

Back to top button